Ebadî dawiya hikûmeta DAIŞ`ê li Iraqê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265278-ebadî_dawiya_hikûmeta_daiŞ_ê_li_iraqê_ragihand
Serokwezîrê Iraqê li peyameke ji Twitter`ê dawiya hikûmeta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê ragihand û got: ``Em ê hemî endamên DAIŞ`ê an bikujin an hîsîr bikin``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2017 04:06 Asia/Tehran
  • Ebadî dawiya hikûmeta DAIŞ`ê li Iraqê ragihand

Serokwezîrê Iraqê li peyameke ji Twitter`ê dawiya hikûmeta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê ragihand û got: ``Em ê hemî endamên DAIŞ`ê an bikujin an hîsîr bikin``.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Iraqiyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja pêncşemiyê li vê peyama xwe ya Twitter`î nivîsî: ``Azadkirina mizgefta El Nûrî û vegerandina vê mizgefat qedîmî bo hembêza welêt, bi wateya ragihandina dawiya `Hikûmeta batil a DAIŞê` li Iraqê ye``.

Mizgefat El Nûrî hema cih e ku serkirdeyê DAIŞ`ê Ebu Bekir El Bexdadî di Hezîrana sala 2014`an da Xelafet ragihandibû``.

Li vî halî têlêvîziyoniya dewletê ya Iraqê tevî qutkirina bernameyên xwe yên asayî û weşandina stran û  awazên hemasî pêşwaziya li nûyea ragihandina azadiya Tam a Mûsilê kir.

Ji aliyê din va wezareta berevaniyê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Hebûna DAIŞ`ê bo hertim li Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê (li bakurê Iraqê) bi dawî hatiye``.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku Koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê tu navçeyekê kontrol nake û refên çeteyên vê koma têrorîst ji hev hilweşiyane.

Wezareta berevaniyê ya Iraqê her wiha pêgirî kiriye ku hêzên iraqî li bereberê ragihandina dawîn a paqijkirina Mûsilê ji hebûna çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ne.

Hêzên iarqî ji 18`ê Hezîrana îsal va ji sê aliyên rojkava, başûr û rojhilat va ketine nav taxa Mûsila Kevin ku cihekî kevn û qedîmî digel kolan û kûçeyên teng e.

Azadkirina Mûsilê li beşa rojavayî ya bajarê Mûsilê û li perrava rast a Çemê Dicleyê bi wateya bidawîhatina opêrasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ye ku beşa rojhilatî ya wê pêştir hatibû azadkirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bi êrîşekê ku bi awayê gumanbar hatibû organîzekirin, bajarê Mûsilê xiste bin kontrola xwe û çend rojan piştra Ebubekir El Bexdadî li Mizgefta El Nûriyê li pişka rojavayî ya vî bajarî Xelafeta xwe ragihand.