Dewleta bawerîyên pûç hilweşîya, Mûsil hat azadkirinê
Dewleta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê têk çû.
Televîzyona Iraqê ragihand ku dewleta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê têk çû.
Bi dû serdestîya hêzên iraqî li mizgevta Nûrî ya Mûsilê, televîzyona dewleta Iraqê bi awayekî fermî ragihand ku hikimdarîya DAIŞ`ê li Mûsilê kuta bû.
Sky News`ê jî ji zarê Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand ku idî ti devereke Mûsilê di bin lepên DAIŞ`ê da nemaye.
Ragihandina televîzyona dewleta Iraqê têkildarî azadkirina tam a Mûsilê bi wateya bidawîhatina şerê dijî DAIŞ`ê li axa Iraqê nîne.
Paqijkirina bajarê Mûsilê ji endamên mayî yên DAIŞ`ê û dilnîyabûna ji ewlehbûna vî şarî diqewime çend rojan bigire ber xwe.
Hela çavkanîyên fermî ji wan nivîsgeha serokwezîrê Iraqê yan fermandetîya gişt hêzên çekdar ên Iraqê nûçeya azadkirina tam a Mûsilê ranegihandine.
Wezareta Berevanîya Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand: DAIŞ li Iraqê jibo hertimîyê bidawî hat û ti bijareyek bilî teslîmbûnê li ber DAIŞ`îyan nemaye, çimku idî ti navçeyek li Mûsilê di bin lepên DAIŞ`ê de nemaye.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî ferman dabû fermandeyên leşkerî ku şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê yekalî bikin.
Li gorî nûçeyeke din, hewldana têrorîstên DAIŞ`ê jibo birrîna têkilîya cadeya Bexda-Mûsilê bêencam ma û di encama vê êrişê da 300 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.
Li gorî rapora malpera nûçan a IRAN ONLINE`ê, piştî azadkirina derbasgeha istiratêjîk a Til Sefûkê li bakûra rojavaya parêzgeha Nêynewayê, têrorîstên DAIŞ`ê bi zêde ji 10 car êrişî dijî çeperên hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê hewl dan ku vê derbasgeha istiratêjîk careka din dagir bikin ku pêrgî derbên giran bûn û hewldana wan serê xwe negirt.
Hêzên iraqî dema bersivdana li hemberî vê êrişê herwiha bi dehan maşînên leşkerî û bombekirî yên têrorîstên DAIŞ`ê jinav birin.
Til Sefûk tenha derbasgeha veguhestina çekdaran û alavên leşkerî jibo koma têrorîst a DAIŞ`ê ji Sûrîyê bo bajarê Mûsilê dihat hesêb.