Bi dehan DAIŞ`î li Dîyaleya Iraqê hatin kuştinê
Di encama êrişên hewayî û bejayî yên hêzên artêş û eşîretên Iraqê ser veşartgehên têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Dîyalê da, 23 têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan Xin Hua`yê, Mihemed Al Temîm şaredarê Beiqûbê navenda parêzgeha Dîyalê di vî warî da got ku balafirên cengê yên Iraqê veşartgehên DAIŞ`ê li derveyî bajarê Abû Sêyêdê dan ber bombeyan ku di encamê da 20 têrorîstên DAIŞ`ê ji wan sê serkirdên wan hatin kuştinê.
Rayedarekî ewlehîya parêzgeha Dîyalê jî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê ragihand, eşîrên iraqî di encama êrişa ser meqera têrorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî bajarê Şêrwînê ser parêzgeha Dîyalê da, 2 kes ji wan kuştin.
DAIŞ`îyek jî bi destê serbazên iraqî li gundê Mexîsê li 20 kîlomêtrîya bakûra rojhilata Beiqûbê hat kuştinê.