Lêpirsîna ji fermandarekî DAIŞ`ê li Iraqê dest pê bû
Hezîran 29, 2017 11:47 Asia/Tehran
Saziya Istixbaratê ya Iraqê lêpirsîna ji fermandarekî koma tekfîrî ya DAIŞ`ê dest pê kir.
Li gorî salixdana kanala Al Alam`ê, Saziya Istixbaratê ya Iraqê bi awayê rasterast lêpirsîna ji fermandarekî girîng ê koma têrorîst a DAIŞ`ê bi navê Ziyad El Zobeyî nasyar bi fermandarê kîmyayî yê DAIŞ`ê dest pê kir.
Saziya Istixbarata Iraqê piştî gotûbêja dirêj digel rayedarên libnanî, El Zobeyî ji vî welatî wergirt.
Ew endazyarê kîmyayê û ji efserên artêşê di serdema Sedam da bû ku piştî sala 2003`an tevlî komên çekdar bû.
Hêzên amerîkî ew li zîndana Bokayê girtibûn û sala 2007`an ew azad kirin.
Ew piştî azadbûnê çû Sûriyê û bû yek ji fermandarên DAIŞ`ê.
Wî nasnavê Ebu Ebdullah El Ezawî ji xwe ra bijartibû.