Lêpirsîna ji fermandarekî DAIŞ`ê li Iraqê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265240-lêpirsîna_ji_fermandarekî_daiŞ_ê_li_iraqê_dest_pê_bû
Saziya Istixbaratê ya Iraqê lêpirsîna ji fermandarekî koma tekfîrî ya DAIŞ`ê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Lêpirsîna ji fermandarekî DAIŞ`ê li Iraqê dest pê bû

Saziya Istixbaratê ya Iraqê lêpirsîna ji fermandarekî koma tekfîrî ya DAIŞ`ê dest pê kir.

Li gorî salixdana kanala Al Alam`ê, Saziya Istixbaratê ya Iraqê bi awayê rasterast lêpirsîna ji fermandarekî girîng ê koma têrorîst a DAIŞ`ê bi navê Ziyad El Zobeyî nasyar bi fermandarê kîmyayî yê DAIŞ`ê dest pê kir.

Saziya Istixbarata Iraqê piştî gotûbêja dirêj digel rayedarên libnanî, El Zobeyî ji vî welatî wergirt.

Ew endazyarê kîmyayê û ji efserên artêşê di serdema Sedam da bû ku piştî sala 2003`an tevlî komên çekdar bû.

Hêzên amerîkî ew li zîndana Bokayê girtibûn û sala 2007`an ew azad kirin.

Ew piştî azadbûnê çû Sûriyê û bû yek ji fermandarên DAIŞ`ê.

Wî nasnavê Ebu Ebdullah El Ezawî ji xwe ra bijartibû.