Dewleta bawerîyên pûç têk çû, Mûsil hat azadkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265238-dewleta_bawerîyên_pûç_têk_çû_mûsil_hat_azadkirinê
Dewleta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê têk çû.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Hezîran 29, 2017 11:07 Asia/Tehran
  • Dewleta bawerîyên pûç têk çû, Mûsil hat azadkirinê

Dewleta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê têk çû.

Televîzyona Iraqê ragihand ku dewleta xwebinavkirî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê têk çû.

Bi dû serdestîya hêzên iraqî li mizgevta Nûrî ya Mûsilê, televîzyona dewleta Iraqê bi awayekî fermî ragihand ku hikimdarîya DAIŞ`ê li Mûsilê kuta bû.

Sky News`ê jî ji zarê Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand ku idî ti devereke Mûsilê di bin lepên DAIŞ`ê da nemaye.

Ragihandina televîzyona dewleta Iraqê têkildarî azadkirina tam a Mûsilê bi wateya bidawîhatina şerê dijî DAIŞ`ê li axa Iraqê nîne.