Azadkirina du deverên din li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265200-azadkirina_du_deverên_din_li_rojavaya_mûsilê
Hêzên iraqî îro li dewama pêşdaçûnên xwe li rojavaya Mûsilê, 2 deverên Hezret al Sade û Al Ahmediye li pişka kevin a bajarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2017 15:07 Asia/Tehran
  • Azadkirina du deverên din li rojavaya Mûsilê

Hêzên iraqî îro li dewama pêşdaçûnên xwe li rojavaya Mûsilê, 2 deverên Hezret al Sade û Al Ahmediye li pişka kevin a bajarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora televîzyona Al Iraqiye, hêzên iraqî di encama azadkirina van deverên istiratêjîk da, bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî raporan, hêzên iraqî piştî serdestîya li deverên Hezret al Sade û Al Ahmediye li pişka kevin a bajarê Mûsilê, alaya Iraqê li avahîyên wan bilind kirin.

Di vî halî da, serleşker Raid Şakir Cewdet serokê polîsên fêdêral ên Iraqê ragihand: Hêzên polîs ên fêdêral bi piştgirîya balafirên cengê yên vî welatî û balafirên bêfirokevan, ji sê mêhweran ve li başûra pişka kevin a Mûsilê jibo azadkirina hin gundan pêşdaçûnên xwe didomînin.

Wî herwiha got: Niha zêde ji sedî 70`yê pişka kevin a şarê Mûsilê di destê hêzên polîsên fêdêral da ye.