Têkçûna operasyona xwekujiyê ya DAIŞ`ê li El Enbarê
Berpirsên ewlehiyê yên Konseya Parêzgariya El Enbarê, ji serketina hêzên iraqî bona pûçkirina êrişa du xwekujan li rojavayê vê parêzgehê agahî dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, Neîm Ebd Ul Muhsin El Keûd, serokê komîsyona ewlehiyê ya konseya parêzgariya El Enbarê, li gotûbêja bi kanala televîzyonî ya Sûmeriye News`ê ya Iraqê got: Hêzên ewlehiyê bi alîkariya hêzên eşîr, karîn van du sebebkarên xwekujiyê yên DAIŞ`ê ku kembera madeyên teqandinê bi wan re bûn, bikujin û kemberên wan bêyî tu xisareka pereyî û canî pûç bikin.
El Keûd li dewamê ragihand: Ev sebebkarên xwekujiyê dil hebûn li şahiyekê (dawetekê) li navçeya El Dulabê li bajaroka Hîtê ku ketiye 70 kîlometriya rojavaya El Remadiyê, hin karên xirabkarane cih bînin.
Wî herwiha got: Bi wergirtina hin agahiyan li ser xweweşartina sebebkarên din ên xwekujiyê li baxçeyekî navçê, niha operasyona lêgerîna hêzên ewlehiyê li navçê, berdewam e.
Navçeya El Dulabê li rojavaya parêzgeha El Enbarê, hin caran dibe şahidê êrişên DAIş`ê dijî sivîlan û hêzên ewlehiyê yên navçê.