Hadî Amirî: Ebadî nahêle hêzên Heşda Şebî derbasî bajarê Teleferê bibin
Sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê pêkutî kir ku serokwezîrê vî welatî rê nade hêzên Heşda Şeibî derbasî bajarê Teleferê bibin û erka van hêzana tenê sînorên vî şarî digire ber xwe.
Li gorî rapora Rojnama Al Quds Al Erebî, Hadî Amirî sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê li hevpeyvîna ligel kanala NRT ya erebî got: Em nizanin ku çima rê nadin hêzên Heşda Şeibî derbasî baajrê Telferê li rojavaya Mûsilê bibin. Hêzên Heşdi Şeibî naxwazin ku bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re wek mişk û pişîkê bilîzin, Niha sîyaseta banek û du hewayê li hemberî hêzên Heşdi Şeibî tê meşandin. Ebadî di sala 2016`an de fermana pişkdarîya hêzên Heşdi Şeibî li pevçûnên li Al Kerme û Seqlawîyê da lê nahêlin ew derbasî Felûcê bibin.
Amirî herwiha got: Ebadî herwiha rê da ku hêzên Heşdi Şeibî li azadkirina Al Beacê ku bajarekî sunenişîn e û sivîl li wir in pişkdarîyê bikin lê rê nade ku ew li azadkirina bajarê Teleferê ku bajarekî şîe-sunenişîn e û sivîl têda tinene, pişkdarîyê bikin.
Ebadî li civînekê rizamendîya xwe li bara pişkdarîya hêzên Heşda Şebî li opêrasyona azadkirina Teleferê ragihand lê pêkutî kir ku erka hêzên Heşdi Şeibî tenê sînorên vî şarî digire ber xwe û heqê van hêzana tineye derbasî vî şarî bibin û dezgehên ewlehîyê erkdarê azadkirina navenda bajêr in.