Beşa rojavayî ya Mûsilê li bereberê azadbûna tam ji destê DAIŞ`ê ye
Rayedarên iraqî ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên vî welatî bi paqijkirina hin navçeyên teze li rojavaya Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê nêzikî azadkirina tam a vê navçeyê bûne.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB News`ê, serleşker Ebdul Emîr Yarullah fermandarê opêrasiyona azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên polîsê federal ên Iraqê navçeyên El Beyz û El Muşahideyê li beşa qedîmî ya Mûsilê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê azad kirine û navçeya El Farûqê jî roja Duşemiyê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê hat derxistin.
Tê gotin ku bi azadkirina van taxan, tenê du taxên rojavaya Mûsilê di destê koma têrorîst a DAIŞ`ê da ne.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, hevdem digel pêşdaçûna hêzên iraqî li beşa qedîm a Mûsilê, ev hêz li halê şerê giran digel têroîstan li taxa El şefayê ne.
Li vî halî Cebar Hesen ji efserên artêşa Iraqê got ku pêvajoya filitandina welatiyên sivîl ji beşa qedîmî ya Mûsilê didome û di heyama du rojên buhurî da 85 malbat ji vê navçeyê derketine.
Tê gotin ku bi hezaran welatiyên asayî hema wisa li nav malên xwe li beşa qedîm a Mûsilê ne û ji tirsa çeteyên DAIŞ`ê nikarin xwe bifilitînin.
Operasiyona rizgarkirina Mûsilê ji Cotmeha sala borî ve berdewam dike û ji wê demê heta niha 862 hezar niştecihên bajêr koçber bûn.
Niha tenê beşek ji herêma bajarê Kevin ê Mûsilê di bin kontrola DAIŞ`ê de maye ku operasyona rizgarkirinê ya hêzên Iraqî berdewam dike.