Taxa El Muşahideyê li rojavaya Mûsiklê hat azadkirin
Raydearên iraqî qala azadkirina taxa El Muşahideyê li aliyê rojavayî yê bajarê Mûsilê kiirn.
Li gorî salixdana Fars News`ê ji zarê Sputnik`ê, hêzên iraqî karîn ku taxa El Muşahideyê li aliyê rojavayî yê bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê azad bikin.
Fermandetiya opêrasiyona `El Qadimûn ya Nêynewyê` berêvariya roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên tîpa şandehem a artêşa Iraqê karîn ku taxa El Muşahideyê li navçeya Şehr El Qedîmeyê li rojavaya Mûsilê azad bikin.
Artêşa Iraqê roja buhurî jî ragihand ku taxa El Farûq El Ewleyê li beşa qedîmî ya Mûsilê ji bin kontrola tekfîriyên DAIŞ`ê azad kiriye.
Serleşker Ebdul Emîr Yareullah fermandarê vê opêrasiyonê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên têkoşîna li hemberî têroîsmê ev tax azad kirin û piştî lêxistina ziyanên giran li tekfîriyan alaya Iraqê li ser avahiyên taxa Farûq El Ewleyê bilind kirin.