Êrîşa têrorîstî li Felûceyê û dawîn guhertinên ewlehiyê li Iraqê
Ji ber êrîşa têrorîstî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser bajharê Felûceyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê hejmareke welatiyên asayî û çend polîsên Iraqê hatine kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora roja çarşûemiyê ya Sputnik`a Rûsiyê, çeteyên DAIŞ`ê êvara sêşemiyê erebeyeke bombekirî li nav xelkê li cihekî lîstina zarokan li bajarê Felûceyê teqandin.
Heta niha hûrgilliyên vê êrîşê û hejmara deqîq a goriyan nehatiye weşandin.
Li gorî raporên belavûyî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê hejmareke birîndaran ji bo dermankirinê rakiirne Nexweşxaneya El Romadiya navenda parêzgeha Envbarê.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê gellek ji navçeyên bin kontrola xwe li parêzgeha Enbarê ji dest dane û ev koma niha tenê sê navçeyên sînorê Sûriyê ji wan El Qalêm, Ane û Raweyê kontrol dike.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê erkantiya propagandaya şêrr a Iraqê qala kuştina serkirdeyekî koma têroîst a DAIŞ`ê bi navê Hezal Şedhan Xelîl Ibrahîm li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê kir.
Serleşker Mezher El Ezawî yek ji fermandarên hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî got ku hêzên çekdar ên Iraqê karîn êrîşa di çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Beiqûbeyê li parêzgeha Diyaleyê pûç bikin.
Li gorî gotina Mezher El Ezawî, wan bi motorsîklêtan êrîşî ser navendeke ewlehiyê li bakuirê vbajarê Beuiqûbeyê kirin.
Li vî halî kanala têlêvîziyoniya iraqî ya El Itcahê roja sêşemiyê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê du navçeyên El Beyz û Reis El cadeyê li Mûsilê ji bin kopntrola têrortîstên DAIŞ`ê derxistin.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Cotmeha sala borî ve berdewam dike û ji wê demê heta niha 862 hezar niştecihên bajêr koçber bûne.
Niha tenê beşek ji herêma bajarê Kevin ê Mûsilê di bin kontrola DAIŞ`ê de maye ku operasyona rizgarkirinê ya hêzên Iraqî berdewam dike.