Azadkirina mizgevta El Zîwanî li pişka kevn a Mûsilê
Navenda teblîxata şêrr a Iraqê, ji azadkirina mizgevta El Zîwanî li pişka kevn a Msûilê agahî da.
Li gorî rapora navenda teblîxata şêrr a Iraqê, Ratid Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê federal ê Iraqê, destnîşan kir ku hêzên polîsê federal, mizgevta El Zîwaniyê ku ketiye navçeya Bab El Beyzê li pişka kevn a bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê, azad kirin.
Serokê polîsê federal ê Iraqê, herwiha got: Hejmareka kêm ji cinayetkarên DAIŞ`ê mane û kêmtir ji 600 metre di destê DAIŞ`ê de maye û li vê navçeyê mal û kûçeyên teng hene.
Cewdet herwiha got: Deriyên Mûsila kevn, ketine destê hêzên iraqî. Hêzên me wê bi zûtirkê bigihîjin rêya peravî ya li ber çemê Diclê.
hin çavkaniyên iraqî hejmara endamên mayî yên DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê, 200 kes ragihandine.
Hêzên iraqî ji çar mêhweran ve li halê pêşveçûna li Mûsila kevn in û ev navçeya bi tamî dorpêç kirine û şerrekî giran di navbera hêzên iraqî û maiyên DAIŞ`ê de li Mûsila Kevn bi taybet li Bab Şedîd û Bab El Beyzê, derketiye. Balafirên cengî yên iraqî jî pêgehên DAIŞ`ê yên li Mûsila Kevn bi giranî didin ber bombeyan.
Hin çavkanî ragihandine ku DAIŞ, sivîlan wek mertala mirovî bi kar tîne.
Li gorî nûçeyeka din, ji sala 2014`an ve heya iha DAIŞ`ê, 14 kilîseyên xaçparêzan ji nav birine.
Berpirsê kîlîse û dêrên xaçparêzên li hewlêrê, ragihand ku DAIŞ di mideha sê salên buhurî de herîkêm 14 dêr li bakûrê Iraqê kavil kirine.