Hêzên Iraqê li hemî deriyên pişka kevn a Mûsilê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i265082-hêzên_iraqê_li_hemî_deriyên_pişka_kevn_a_mûsilê_ne
Fermandeyê polîsê federal ê Iraqê, ragihand hemî deriyên pişka kevn a Mûsilê ku pêgeha herî dawîn a DAIŞ`ê li vî bajarî ye, ketin destê hêzên iraqî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2017 12:54 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê li hemî deriyên pişka kevn a Mûsilê ne

Fermandeyê polîsê federal ê Iraqê, ragihand hemî deriyên pişka kevn a Mûsilê ku pêgeha herî dawîn a DAIŞ`ê li vî bajarî ye, ketin destê hêzên iraqî.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, Raêd Cewdet, fermandeyê polîsê federal ê Iraqê bi ragihandina vê nûçeyê herwiha got: Hêzên polîs herîkêm 4 kes ji sebebkarên teqînê yên DAIŞ`ê ku dil hebûn êrişê bibine ser hêzên iraqî yên li pişka kevn a Mûsilê, kuştin.

Cewdet herwiha got: Yekîneya endazyariya leşkerî karî hemî bombe û telikên teqandinê pûç bike û kolana Neynewayê ya ber bi pira kevn vebikin.

Di eynî demê de çavkaniyên iraqî ji kuştina berpirsê balafirên bêfirokevan ên DAIŞ`ê ser navê Ebû Hefezê û hin hevriyên wî li Telefera Iraqê û li bombebarana avahiya balafirên bêfirokevan ên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê agahî dan.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, şeva duşemê ragihand, dema fermî ya azadiya Mûsila navenda Neynewayê pirr nêzîk e û hêzên iraqî para zêde ya navçeyên vî bajarî jibilî taxeka biçûk, girtine destê xwe.

Operasyona azadkirina Mûsilê, ji 17`ê Cotmeha 2016`an ve dest pê bûye û piştî azadkirina pişka wê ya rojhilat, hêzên hevpar ên iraqî, ji 19`ê Sibatê ve, operasyona azadkirina pişka rojavayî ya vî bajarî dest pê kirine.