Ebadî: Idî DAIŞ li Mûsilê têk çûye
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku dema ragihandina azadkirina Mûsilê nêzîk bûye û DAIŞ li piratîkê têk çûye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, sietekê piştî belavbûna raporên işkesta têrorîstên DAIŞ`ê li taxên herîdawî yên Mûsila kevin, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî ragihand, dema ragihandina fermî ya azadkirina Mûsilê zef nêzîk e û hêzên iraqî pirranîya deverên vî bajarî bilî taxeke piçûk xistine destê xwe.
Ebadî bal kişand ser dewama pevçûnên giran ên di navbera hêzên çekdar ên Iraqê û koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê da, soz da gelê Iraqê ku di rojên betlaneya Eyda Remezanê da li benda xeberên xweş û serketinên mezin li meydanê şêrr bin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Têrorîstên DAIŞ`ê ku li nuqteya herîdawîyê ya Mûsilê asê bûne, hewl didin zêdetir xisarên madî û insanî li sivîlan bixin.
Fermandetîya artêşa Iraqê şeva buhurî ragihand ku pevçûnên li pişka Mûsila Kevin ber bi kutabûnê ne û têrorîstên DAIŞ`ê tenê li çend kûçe û malan li ber xwe didin.
Li gorî vê raporê, niha hêzên iraqî li Mûsila Kevin li kolana Farûqê giheûtine hev û ber bi rojhilata vê deverê û perrava rojavaya Diclê va diçin ku bi paqijkirina çend kûçe û malên mayî, yê opêrasyona azadkirina Mûsilê li piratîkê bidawî were.