Azadkirina devereke din a pişka kevin a bajarê Mûsilê
Hêzên çekdar ên iraqî taxa Hey Farûq li pişka kevin a şarê Mûsilê azad kirin.
Bi dû azadkirina taxa Hey Farûqê, çavkanîyên iraqî ragihandin ku niha tenê çend kîlomtrên çarkunc ji pişka kevin a Mûsilê di lepên têrorîstên DAIŞ`ê da mane.
Evdilgenî Esedî fermandeyê Sazîya Têkoşîna Dijî Têrorîsmê ya Iraqê ku hêzên wê di xetên pêşîn ên şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ên li pişka kevin a Mûsilê da ne jî, ji ajansa nûçan a Al Malome ya Iraqê got ku hêzên iraqî li kolana sereke ya pişka kevin a Mûsilê li taxa Farûqê giheştin hev û tenê devereke piçûk li alîyê rojhilatê ber bi çemê Diclê di lepê DAIŞ`ê da maye.
Televîzyona Al Mayadeen`ê jî pêşdaçûna hêzên iraqî li pişka kevin a Mûsilê piştrast kir û ragihand: Hêzên polîsên fêdêral ên Iraqê navenda sereke ya dermankirinê ya têrorîstên DAIŞ`ê li devera Bab ul Beyzê li başûra pişka kevin a Mûsilê xistin bin kontrola xwe.