Ebadî: Em rê nadin têrorîst birevin
Hezîran 26, 2017 14:38 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê pêkutî kir ku hêzên çekdar ên vî welatî rê nadin ku têrorîst birevin.
Li gorî rapora televîzyona Rusia Al Yawm`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got ku welatê wî karî DAIŞ`ê lawaz bike û têkçûna vê komê nêzîk bûye.
Ebadî herwiha got: Me li Iraqê bi têrorîstan re muzakire nekir û rê neda ku ew birevin. Kesên din bûn ku hêlan têrorîst birevin. Me li Iraqê biryar da ku têkoşîna xwe li hemberî têrorîstan heta dawîyê bidomînin û wan jinav bibin. Lewma me wisa kir DAIŞ lawaz bû. DAIŞ`ê gellek kuştî û birîndar dane. Lewma têkçûna vê koma têrorîst netenê li Iraqê belkî heta li Sûrîyê jî nêzîk bûye.