Peyama Emar Hekîm jibo kurdan li bara giştpirsîyê
Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê di roja eyda Fitrê da pêkutî kir, Lidarxistina giştpirsîyê jibo cidabûna Kurdistana vî welatî yê bibe sedema alozîyê.
Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ji kurdên vî welatî re got: Cidatîxwazî yê bibin sedema pêkhatina rêjîmên bêistiqrar.
Seyîd Emar Hekîm li xutbeya nimêja eyda Fitrê peyameke yêketîyê da kurdên Iraqê û li ser pêwîstîya parastina tifaqa netewî li Iraqê sekinî.
Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê, kurd beşek ji rih û canê vî welatî hesibandin û li ser welatekî yekperçe sekinî.
Partîyên Herêma Kurdistana Iraqê vê dawîyê di civîneke ligel Mesûd Bazranî serokê vê herêmê da biryar dan ku giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê di roja 25`ê Îlonê da lidar bixin.