Nunerê NY li Iraqê: DAIŞ li bereberê jinavçûyînê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264942-nunerê_ny_li_iraqê_daiŞ_li_bereberê_jinavçûyînê_ye
Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê, tevî pîrozbayiya Cejna Pîroz a Fitrê li gelê Iraqê tekez kir: DAIŞ rojên dawiya emrê xwe derbas dike û li ber jinavçûnê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2017 15:33 Asia/Tehran
  • Nunerê NY li Iraqê: DAIŞ li bereberê jinavçûyînê ye

Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê, tevî pîrozbayiya Cejna Pîroz a Fitrê li gelê Iraqê tekez kir: DAIŞ rojên dawiya emrê xwe derbas dike û li ber jinavçûnê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê (WAIê) Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên  Iraqê roja  yekşemiyê li peyamekê ragihand: Ferqa Cejna Pîroz a Fitrê ya Îsal eva ye ku  DAIŞ ketiye ber jinavçûnê ku nîşana serketina Iraqê li hember ev grûpa terorîstî ye.

Yan Kobîş her wiha got: Niha piraniya  navçên  bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin û terorîst li dawîn  navçeyên xwe ber şopandinê ne bi curekê ku temenê wan bi dawî bûye.

 Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên  Iraqê destnîşan kir: Di rewşeke wiha  de, hin dilgiranî li bara  welatiyên ku ji ber pevçûnan û şerê li Mûsilê tim di nava fukaran de ne an terorîst  wan wek mertala însanî bi kar tînin.

 Pêştir Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên  çekdar ên Iraqê roja pênşemiyê ragihand heya çend rojên din, dê bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha  Neynewayê û cihê herî giring ê bicihkirina terorîstên  DAIŞê li Iraqê tam were azadkirin.

 Operasyona  azadkirina Mûsilê 17`ê Cotmeha 2016`an  destpê bû û piştî azadkirina beşa rojhilata wê, hêzên hevpar ên iraqî ji 19`ê Sibata buhurî va operasyona  azadkirina  beşa rojava  Mûsilê destpê kirin.