Nunerê NY li Iraqê: DAIŞ li bereberê jinavçûyînê ye
Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê, tevî pîrozbayiya Cejna Pîroz a Fitrê li gelê Iraqê tekez kir: DAIŞ rojên dawiya emrê xwe derbas dike û li ber jinavçûnê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê (WAIê) Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê roja yekşemiyê li peyamekê ragihand: Ferqa Cejna Pîroz a Fitrê ya Îsal eva ye ku DAIŞ ketiye ber jinavçûnê ku nîşana serketina Iraqê li hember ev grûpa terorîstî ye.
Yan Kobîş her wiha got: Niha piraniya navçên bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin û terorîst li dawîn navçeyên xwe ber şopandinê ne bi curekê ku temenê wan bi dawî bûye.
Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê destnîşan kir: Di rewşeke wiha de, hin dilgiranî li bara welatiyên ku ji ber pevçûnan û şerê li Mûsilê tim di nava fukaran de ne an terorîst wan wek mertala însanî bi kar tînin.
Pêştir Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê roja pênşemiyê ragihand heya çend rojên din, dê bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê û cihê herî giring ê bicihkirina terorîstên DAIŞê li Iraqê tam were azadkirin.
Operasyona azadkirina Mûsilê 17`ê Cotmeha 2016`an destpê bû û piştî azadkirina beşa rojhilata wê, hêzên hevpar ên iraqî ji 19`ê Sibata buhurî va operasyona azadkirina beşa rojava Mûsilê destpê kirin.