30 têrorîstên DAIŞ`ê li Al Anbara Iraqê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264924-30_têrorîstên_daiŞ_ê_li_al_anbara_iraqê_hatin_kuştinê
Balafirên cengê yên artêşa Iraqê 2 cihên kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê dan ber bombeyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2017 13:02 Asia/Tehran
  • 30 têrorîstên DAIŞ`ê li Al Anbara Iraqê hatin kuştinê

Balafirên cengê yên artêşa Iraqê 2 cihên kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Al Anbarê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, navenda ragihandinê ya şêrr a Iraqê dîyar kir ku balafirên cengê yên Iraqê îro cihê hêsabûna têrorîstên DAIŞ`ê û kargeha çêkirina bobmeyan a vê koma têrorîst li bajarê Raweyê dan ber bombeyan ku di encamê da 30 têrorîst hatin kuştin.

Di vî halî da, serokê polîsên Iraqê ragihand ku hêzên iraqî nêzîkî devera Sercxanê wek meqer û çepera herîdawîyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsila Kevin bûne.

Hêzên iraqî herwiha hin rêbuhurk jibo derketina bi sedan sivîlên asêbûyî û êxsîrbûyî di destên DAIŞ`ê li devera Mûsila Kevin da vekirin da ku ew bikaribin xwe xilas bikin.

Koma têrorîst a DAŞ`ê di roja yekem a cejna Remezanê da, 7 mirovên bêguneh li bajarê Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê serjê kirin.