Dijayetiya Fuad Mesûm digel giştpirsîna cidabûna Kurdistana Iraqê
Serokomarê Iraqê bi boneya hatina Cejna Pîroz a Fitrê, ji gelê vî welatî xwest ku yekîtiya xwe biparêzin û pirsgirêkên navxweyî ji riya gotûbêjê çareser bikin.
Li gorî salixdana IRIB News`ê, Serokomarê Iraqê, Fuad Mesûm bi daxûyaniyekê bi bonyea hatina cejna pîroz a Rojîtiyê tevî amajeya bi hewildana ji bo lidarxistina giştpirsîna serxwebûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, destnîşan kir: Sekinîna iraqiyan li ser yekîtêî û hewildana bêrawestan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ji riya gotûbêjê, jordabirina bêhnfirehiyê, dijberiya digel tayfeşopî, nijadperestî û navçeşopiyê pêwîst e.
Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê vê dawiyê li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê, li hev kirin ku Giştpirsîna Cidabûna herêmê ji Iraqê roja 25`ê Îlona 2017`an were lidarxistin.
Mêdyayên iraqî li ser vê bawerê ne ku daxûyaniya serokomarê kurd ê Iraqê li bara Cejna Pîrzo a Rojîtiyê berovajî xwesteka Mesûd Barzanî ye û aşkira dijayetiya wî digel Giştpirsîna pêşerojê li bara pêşeroja Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Fuad Mesûm her wiha derbasbûna bihêz a gelê Iraqê ji qeyranan nîşana şiyana zêde ya vî gelî ji bo pûçkirina komployên têrorîstan da zanîn û got: Armanca van komployan xalifandina raya gelê Iraqê ji dewama avakirina Iraqeke dêmokratîk e.