Kuştin û rewandina 9 hezar û 900 kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264848-kuştin_û_rewandina_9_hezar_û_900_kurdên_êzdî_ji_aliyê_daiŞê
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî tu yek ji amarên hatî weşandin li bara xisarên ku li kurdên êzdî yên Şingalê ketine, piştrast nekiriye. Eva li halekê ye ku li gor hin nûçan 2 hezar û 500 heya 5 hezar kes hatine kuştin û nêzîkî 6 hezar kes jî hatine revandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2017 14:46 Asia/Tehran
  • Kuştin û rewandina 9 hezar û 900 kurdên êzdî ji aliyê DAIŞê

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî tu yek ji amarên hatî weşandin li bara xisarên ku li kurdên êzdî yên Şingalê ketine, piştrast nekiriye. Eva li halekê ye ku li gor hin nûçan 2 hezar û 500 heya 5 hezar kes hatine kuştin û nêzîkî 6 hezar kes jî hatine revandinê.

 Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê Rûdawê, komîsyona serbixwe ya navneteweyî lêkolînên  ser bi Rêxistina NY ragihandiye ku  cinaytên cihhatîli dijî kurdên  êzdî li navça Şingalê û derdora wê li  rêza Jînosaydê cih girtiye, ev komîte jibo texmîna  esehtir hejmara  kesên kuştî û revandî ji aliyê DAIŞê dest bi lêkoklînên meydanî kiriye û encama lêkolînên xwe li kovara  Foreign Officers a Emerîkayê şandiye.

  Herçend ku li sala derbasbûyî amar û lêzanînên  curbicur li bara xisarên canî yên kurdên  êzdî ji aliyê DAIŞê hatine ragihandin, lê NY heya niha  tu yek ji amarên hanê piştrsat nekiriye. Hin  ji wan amaran hejmara  kuştiyaan 2500-5000 kes û hejmara  kesên hatine rewandinê 6000 kes texmîn kirine.

  Li gorî vê raporê, ev hejmara xêncî giringiya fermî bo raberkirina bo dadgehên  têkildarê vê meselê û jînosaydê zanîna  van cinayetana  ji hêla  texmîna  asta alîkariyên  pêdivî bo kurdên  êzdî û lêkolîna li bara  wendakirin û revandinan jî pir giring e.

Li van lêkolînan ji 1300 malbatan lêkolîn hatiye kirin ku piraniya wna  kurdên êzdî û ji Şingalê ne û yên din jî ji mezheb û  qewm û etnîkên curbicurên din bûne. Li gorî van lêkolînan li çend rojên êrişa DAIŞê ser Şingalê û navçên derdora wê 9900 kurdên êzdî yanê 2.5% xelkê vê navçê hatine kuştin an  hatine rewandinê.

 Ji vê hejmarê 3100 kes hatine kuştin ku 1700 kes ji wan ji ber tênîtî û birçîtiyê canê xwe ji dest dane û yên din jî hatine kuştin.

 6800 kesên din jî ji kurdên êzdî li navça Şingalê û derdora  wê hatine rewandinê.

Ji vê hejmara  rewandiyan heya dema cihhatina  van lêkolînan 4300 kes hatine rizagrkirin û çarenivîsa 2500 kesan jî hîn nediyar e.

 Sala 2015an  nivîsgeha komîsyayarê bilin dê NY ev kiryara DAIŞê weke jînosayd ragihand û salekê piştî wê jî parlemana  Emerîklayê şîdetên  DAIŞê li dijî kurdên êzdî, şîe û xirisitiyaniyan û komên din weke jînosayd  hesiband.