Serdestiya hêzên iraqî ser Bab El Beyzê li rojavayê Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264842-serdestiya_hêzên_iraqî_ser_bab_el_beyzê_li_rojavayê_mûsilê
Çavkaniyên iraqî ji serdestiya hêzên vî welatî li ser navçeya Bab El Beyzê li rojavayê Mûsilê û dewama pêşveçûna hêzên iraqî jibo girtina navçeyên mayî yên di bin lepên DAIŞ`ê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2017 14:37 Asia/Tehran
  • Serdestiya hêzên iraqî ser Bab El Beyzê li rojavayê Mûsilê

Çavkaniyên iraqî ji serdestiya hêzên vî welatî li ser navçeya Bab El Beyzê li rojavayê Mûsilê û dewama pêşveçûna hêzên iraqî jibo girtina navçeyên mayî yên di bin lepên DAIŞ`ê agahî dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a El Nehreynê, Raid Şakir Cewdet, serokê polîsê Iraqê ragihand: Hêzên polîsê, li ser navçeya Bab El Beyzê li rojavayê Mûsilê serdest bûn. Wî herwiha got: Hêzên iraqî, pêşveçûna xwe jibo azadkirina navçeyên mayî yên li bin lepên DAIŞ`ê didomînin. Hêzên polîs jibo bidestxistina armancên ji pêşvekivşbûyî li pişka kevn a Mûsilê, pêşveçûna xwe didomînin.

Cewdet destnîşan kir: Pişka kevn a Mûsilê, navçeyên herî dawîn ên li bin lepên DAIŞ`ê, tê hesêb û endamên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên iraqî ve dorpêç bûne.

Wî herwiha got: Gellek xisarên zav li DAIŞ`ê ketine û ev koma li bin êrişên hewayî, topxaneyî û agira giran a hêzên iraqî maye.

Li gorî gotina serokê polîsê Iraqê, heya niha 115 terorîst hatine kuştinê û pêgehên DAIŞ`ê jî hatine rûxandin.

Navenda ragihandina şêrr li Iraqê jî ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li navçeyên dawîn ên li bin kontrola xwe yên li Mûsilê, dorpêç bûne û bi dehan kes ji wan hatine kuştin.

Navenda ragihandina şêrr li Iraqê, nîvroja îro şemiyê, bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku fermandetiya polîsê federal, şerrê li mêhwera başûrî ya bajarê Mûsila navenda parêzgeha sînorî ya Neynewayê li bakûrê rojavaya vî welatî û pêşveçûna ber bi armancên xwe yên li pişka kevn a bajêr wekî navçeya dawîn a li bin lepên endamên koma terorîst a DAIŞ`ê didomînin wisan ku ev navçe hîn jî ji hêla hêzên ewlehiyê ve dorpêç bûye û li sê mêhwerên curbicur, em şahidê pêşveçûna wan in.

Navenda ragihandina şêrr li Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku 127 terorîst ji wan 12 qenase, li pişka kevn a Mûsilê hatine kuştin, 11 bombeyên bi destçêkirî pûç bûne û hatine teqandin û du depoyên çekan, weşartgehek, cûxeyeka topxanê û ciheka wan a mayînê wan (motel) jî hatine rûxandin û destnîşan kir yekîneya berteka lezgîn jî paqijkirina navçeyên azadbûyî û dorpêçkirina nexweşxaneya Cimhûrî ya li taxa El Şifayê li pişka rojavayî ya bajêr didome.

Li gorî nûçeyeka din, hêzên iraqî li operasyonekê li bajarê Teleferê, sê serkirdeyên terorîstên DAIŞ`ê kuştin.