Tekezkirina Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser dijberiya li hember lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264758-tekezkirina_hevalbendiya_dewleta_qanûnê_ser_dijberiya_li_hember_lidarxistina_giştpirsiya_herêma_kurdistana_iraqê
Serokê Fraksiyona Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parleman a Iraqê cardinê ser dijberiya vê fraksiyonê li hember lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2017 14:28 Asia/Tehran
  • Tekezkirina Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser dijberiya li hember lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê Fraksiyona Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parleman a Iraqê cardinê ser dijberiya vê fraksiyonê li hember lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê tekez kir.

Li gorî rapoa Kurdpressê Elî El-Edîb li civîneke rojnmaevaniyê bal kişand ser dijberiya  hevalbendiya dewleta Qanûnê li hember  lidarxistina  giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistanê ji dewleta navendî û got : Biryara  lidarxistina  vê rapirsiyê, curek propagendeya hilbijartinê ye.

El-Edîb her wiha bal kişand ser vê yekê ku dewleta Federal jî tam dijberê lidraxistina  vê rapirsiyê ye û got : Helwestên  welatên navçê û cîhanê jî eşkere  ser esasa dijberiya wan li hember lidarxistina  vê rapirsiyê ye.

Ji aliyê din ve nunerê parêzgeha  Bexdayê û endamê hevalbendiya  Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê li bara derxitsina  kurdan  ji Bexdayê hişyarî da ger ew piştgiriyê bidine lidarxistina  rapirsiyê.

Sed El-Mutelibî li civîneke rojnamevaniyê got : Welatiyên kurd li Bexdayê ger dengê xwe bidine  cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê dê were îbtal kirin û dê ew ji paytxtê werin derxistinê.

Lê berdevkê dewleta Iraqê got: Gefa kurdan bo derxistina  ji Bexdayê, dê nijadperestiyê rewac bide.

Seid El-Hedîsî li daxûyaniyekê ji gotinên  vê dawiyê yên Sed El-Mutelibî endamê konseya  parêzgeha Bexdayê  û nunerê hevalbendiya dewleta Qanûnê li bara  kurdên Iraqê li paytextê û navçên din ecêbgirtî ma û got : Gotinên bi vî rengî tevî ku gefê li aşitiya civakî dixwezin  her wiha  nijadperestî û nifretê li civakê rewac didin ji ber ku  dewleta Iraqê bi serokatiya  Heyder Ebadî ji roja  destpêka  avabûna xwe tekez kiriye ku  li Iraqê welatiyên  pila dudiyan an sisiyan tine û hemî welatî mafên wekhev hene.

Nunerê hevalbendiya  Bedrê li parlemana Iraqê got : tu belgeyek û şiroveyeke qanûnî jibo lidarxistina  rapirsiya  serbixwetiya Herêma Kurdistanê tine.

Muhemed Nacî Eskerî li gotûbêja biajansa El-ETcah Pressê got : Hevalbendiya  Bedrê daxwaziyên  cidabûna  Herêam Kurdistanê ji Iraqê qebûl nake ji ber ku  tu belge û şiroveyeke qanûnî jibolidarxistina  rapirsiya li vê barê tine.

Her wiha  nunerê YNK li parlemana Iraqê got ku  gotûbêjên Ebadî û Brzanî jibo bidestxistina  rêçareyekê jibo rapisiyê dê bidome.

Şivan  Dawûdî li civîna rojnmaevaniyê her wiha got : herçend ku federalîzm li Iraqê tenê hibra ser kaxezê ye, lê dîsa jî gotûbêjêjên di navbera Ebadî û Barzanî jibo bidestxistian  rêçareyekê li bara lidarxistina  rapirsiya  serbixwetiya Herêam Kurdistanê dê tim bidome.