Tekezkirina Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ser dijberiya li hember lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê
Serokê Fraksiyona Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parleman a Iraqê cardinê ser dijberiya vê fraksiyonê li hember lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê tekez kir.
Li gorî rapoa Kurdpressê Elî El-Edîb li civîneke rojnmaevaniyê bal kişand ser dijberiya hevalbendiya dewleta Qanûnê li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji dewleta navendî û got : Biryara lidarxistina vê rapirsiyê, curek propagendeya hilbijartinê ye.
El-Edîb her wiha bal kişand ser vê yekê ku dewleta Federal jî tam dijberê lidraxistina vê rapirsiyê ye û got : Helwestên welatên navçê û cîhanê jî eşkere ser esasa dijberiya wan li hember lidarxistina vê rapirsiyê ye.
Ji aliyê din ve nunerê parêzgeha Bexdayê û endamê hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê li bara derxitsina kurdan ji Bexdayê hişyarî da ger ew piştgiriyê bidine lidarxistina rapirsiyê.
Sed El-Mutelibî li civîneke rojnamevaniyê got : Welatiyên kurd li Bexdayê ger dengê xwe bidine cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê dê were îbtal kirin û dê ew ji paytxtê werin derxistinê.
Lê berdevkê dewleta Iraqê got: Gefa kurdan bo derxistina ji Bexdayê, dê nijadperestiyê rewac bide.
Seid El-Hedîsî li daxûyaniyekê ji gotinên vê dawiyê yên Sed El-Mutelibî endamê konseya parêzgeha Bexdayê û nunerê hevalbendiya dewleta Qanûnê li bara kurdên Iraqê li paytextê û navçên din ecêbgirtî ma û got : Gotinên bi vî rengî tevî ku gefê li aşitiya civakî dixwezin her wiha nijadperestî û nifretê li civakê rewac didin ji ber ku dewleta Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî ji roja destpêka avabûna xwe tekez kiriye ku li Iraqê welatiyên pila dudiyan an sisiyan tine û hemî welatî mafên wekhev hene.
Nunerê hevalbendiya Bedrê li parlemana Iraqê got : tu belgeyek û şiroveyeke qanûnî jibo lidarxistina rapirsiya serbixwetiya Herêma Kurdistanê tine.
Muhemed Nacî Eskerî li gotûbêja biajansa El-ETcah Pressê got : Hevalbendiya Bedrê daxwaziyên cidabûna Herêam Kurdistanê ji Iraqê qebûl nake ji ber ku tu belge û şiroveyeke qanûnî jibolidarxistina rapirsiya li vê barê tine.
Her wiha nunerê YNK li parlemana Iraqê got ku gotûbêjên Ebadî û Brzanî jibo bidestxistina rêçareyekê jibo rapisiyê dê bidome.
Şivan Dawûdî li civîna rojnmaevaniyê her wiha got : herçend ku federalîzm li Iraqê tenê hibra ser kaxezê ye, lê dîsa jî gotûbêjêjên di navbera Ebadî û Barzanî jibo bidestxistian rêçareyekê li bara lidarxistina rapirsiya serbixwetiya Herêam Kurdistanê dê tim bidome.