Operasyona hêzên Heşdi Şeibî li sînorê Sûriyê
Pişka 28`an a Hêzên Heşdi Şeibî hin çeperên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.
Li gorî rapora nûçegihanê Al-Alamê li Iraqê, navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî ragihand: Îro îniyê bi piştgiriya mûşekî, pişka 28`an a hêzên Heşdi Şeibî ji navenda sînorî ya Tel Sefokê, meqerên endamên DAIŞ`ê li gundên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.
Li gorî vê daxûyanîyê, li encama vê êrişê gelek xisar li dijmin ket bi curekê ku hat dîtin ku wan dest bi revînê kirin.
Navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî herwiha dîyar kir, li gor raporên sîxoriyê endamên DAIŞ`ê jibo êrişa ser hêzên navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî ku li zîvala sînorî a navbera Iraq û Sûriyê bi cih bûne plan û bername darêştibûn.
Hejî gotinê ye ku hêzên Heşdi Şeibî bi piştgiriya balefirên cengê yên artêşê dest bi operasyona eskerî ya berfireh li rojava Mûsilê li zîvala sînorî ya navbera Iraqê Sûriyê kiribûn û serketinên berbiçav li himber grûpa terorîstî ya DAIŞê bi dest xistin.