Operasyona hêzên Heşdi Şeibî li sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264756-operasyona_hêzên_heşdi_Şeibî_li_sînorê_sûriyê
Pişka 28`an a Hêzên Heşdi Şeibî hin çeperên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2017 14:26 Asia/Tehran
  • Operasyona hêzên Heşdi Şeibî li sînorê Sûriyê

Pişka 28`an a Hêzên Heşdi Şeibî hin çeperên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.

Li gorî rapora nûçegihanê Al-Alamê li Iraqê, navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî ragihand: Îro îniyê bi piştgiriya mûşekî, pişka 28`an a hêzên Heşdi Şeibî ji navenda sînorî ya Tel Sefokê, meqerên  endamên DAIŞ`ê li gundên  sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.

 Li gorî vê daxûyanîyê, li encama  vê êrişê gelek xisar li dijmin  ket bi curekê ku  hat dîtin ku wan dest bi revînê kirin.

Navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî herwiha dîyar kir, li gor  raporên  sîxoriyê endamên DAIŞ`ê jibo êrişa ser hêzên navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî ku li zîvala sînorî a navbera Iraq û Sûriyê bi cih bûne plan û bername darêştibûn.

Hejî gotinê ye ku  hêzên Heşdi Şeibî bi piştgiriya balefirên cengê yên  artêşê dest bi operasyona  eskerî ya berfireh li rojava  Mûsilê li zîvala sînorî ya navbera Iraqê  Sûriyê kiribûn û serketinên  berbiçav li himber grûpa terorîstî ya DAIŞê bi dest xistin.