Ebadî: Mûsil yê di çend rojên bê de tam were rizgarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264750-ebadî_mûsil_yê_di_çend_rojên_bê_de_tam_were_rizgarkirin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku dê di nav çend rojan de rizgarkirina tevahîya bajarê Mûsilê were ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2017 14:14 Asia/Tehran
  • Ebadî: Mûsil yê di çend rojên bê de tam were rizgarkirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku dê di nav çend rojan de rizgarkirina tevahîya bajarê Mûsilê were ragihandin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî  wiha got:"Rizgarkirina tevahîya bajarê Mûsilê yê di çend rojên pêşda were ragihandin."

Ev gotinên Ebadî rojekê piştî vekişîna koma têrorîst a DAIŞ`ê ji mizgevta Nûrî û xirakirina wê hatin hilêxistin. Mizgevta Nûrî ya Mûsilê ew dera ye ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an de xutbeya yekem li wir pêşkêş kir û xilafeta xwe ragihand.

Li gorî rapora nivîsgeha serokwezîrê Iraqê, Ebadî îro çû seredana navenda fermandetîya opêrasyona Ey Neynewa Em Tên û agahî li bara opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê wergirtin.

Li gorî vê raporê, Heyder Ebadî bi fermandeyên leşkerî û ewlehîyê re civîyaye û gotîye ku hêzên me yê bi zûtirkê Mûsilê tam azad bikin.

Heyder Ebadî li ser girîngîya parastina canê welatîyan û micidbûna jibo têkbiirna têrorîsmê û azadkirina hemî deverên dagirbûyî sekinî.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Cotmeha sala borî ve berdewam dike û ji wê demê heta niha 862 hezar niştecihên bajêr koçber bûn.

Niha tenê beşek ji herêma bajarê Kevin ê Mûsilê di bin kontrola DAIŞ`ê de maye ku operasyona rizgarkirinê ya hêzên Iraqî berdewam dike.