Daxûyanîya nivîsgeha Ebadî li bara encamênm seredana wî ya vê dawîyê bo Têhranê
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê daxûyanîyek li bara encamên seredana wî ya vê dawîyê bo Îran, Erebistan û Kuweytê da.
Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyanîyekê ragihand: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê piştî seredaneke serkevtî û kêrhatî bo Erebistan, Îran û Kuweytê zivirî Bexdayê.
Li vê daxûyanîyê hatîye: Hevdîtinên desteya iraqî ligel rayedarên her sê welatan erênî û kêrhatî bûn û bingehîn girîng jibo danîna peywendîyên sîyasî, aborî û ewlehîyê danîn û pêbawerîya welatên navçê libara Iraqê bihêz kirin, ji ber ku welatên hanê meyla xwe nîşan dan ku dixwazin bi Iraqê re hevkarîyê bikin û peywendîyên xwe bihêz bikin. Herwiha Îran, Erebistan û Kuweytê bi germî pêşwazî ji Ebadî kirine û pesna serketina wî li têkoşîna dijî têrorîstan û yekperçekirina gelê Iraqê dan.
Elî Elaq endamê parlimana Iraqê ser bi Hevalbendîya Dewleta Qanûnê seredana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bo Îranê pêngaveke girîng jibo dewama hevkarîya li warê şerê dijî têrorîsmê û girêdana tam a rûpela DAIŞ`ê wesif kir.
Wî libara seredana Ebadî bo Têhranê got: Ev seredana pêngaveke girîng jibo dewama hevkarîya her du welatan li şerê dijî têrorîsmê û têkbirina tam a DAIŞ`ê ye.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwe jî seredana xwe ya Îran, Erebistan û Kuweytê serketî û kêrhatî wesif kir.