UNICEF: Zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê
UNICEF`ê li raporekê eşkere kir ku ji destpêka şerê dijî DAIŞ`ê ve zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê û li Iraqê 5 milyon zarok hewcedarê alîkarîyê ne ku divê demildest bigihêje wan.
Li gorî rapora UNICEF`ê, "Li tevahiya Iraqê, zarok hemû ji rewşeke hovane û şîdeteke dijwar re şahidiyê dikin."
Li gorî amara ku UNICEF`ê belav kirîye, ji destpêka dagirkerîya DAIŞ`ê va ji sala 2014`an ve, 1075 zarok hatine kuştinê û 1130 zarok jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li Mûsilê zarok bi zanebûn tên kuştin, ji bo malbatên wan bên cezakirin û pêşî li reva wan bê girtin, tên kuştin.
Tevî vê yekê zêdeyî 4 hezar û 650 zarok ji malbata xwe hatin qutkirin. Li Iraqê êrîş li 138 dibistan û 58 nexweşxaneya hatiye kirin. 1,2 milyon zarok nikarin biçin dibistanan.
Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, li Mûsilê ya di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de hey, hê zêdeyî 100 hezar sivîl asê mane ku nîvê wan zarok in.