UNICEF: Zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264702-unicef_zêde_ji_hezar_zarokî_li_mûsilê_hatine_kuştinê
UNICEF`ê li raporekê eşkere kir ku ji destpêka şerê dijî DAIŞ`ê ve zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê û li Iraqê 5 milyon zarok hewcedarê alîkarîyê ne ku divê demildest bigihêje wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2017 08:06 Asia/Tehran
  • UNICEF: Zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê

UNICEF`ê li raporekê eşkere kir ku ji destpêka şerê dijî DAIŞ`ê ve zêde ji hezar zarokî li Mûsilê hatine kuştinê û li Iraqê 5 milyon zarok hewcedarê alîkarîyê ne ku divê demildest bigihêje wan.

Li gorî rapora UNICEF`ê, "Li tevahiya Iraqê, zarok hemû ji rewşeke hovane û şîdeteke dijwar re şahidiyê dikin."

Li gorî amara ku UNICEF`ê belav kirîye, ji destpêka dagirkerîya DAIŞ`ê va ji sala 2014`an ve, 1075 zarok hatine kuştinê û 1130 zarok jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku li Mûsilê zarok bi zanebûn tên kuştin, ji bo malbatên wan bên cezakirin û pêşî li reva wan bê girtin, tên kuştin.

Tevî vê yekê zêdeyî 4 hezar û 650 zarok ji malbata xwe hatin qutkirin. Li Iraqê êrîş li 138 dibistan û 58 nexweşxaneya hatiye kirin. 1,2 milyon zarok nikarin biçin dibistanan.

Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, li Mûsilê ya di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de hey, hê zêdeyî 100 hezar sivîl asê mane ku nîvê wan zarok in.