Şerrê kolan bi kolan li Mûsila Kevn
Hêzên iraqî li halê şerrê mal bi mal û kolan bi kolan bi terorîstên DAIŞ`ê re li Mûsila Kevn in û wê li saetên tê, alaya Iraqê li ser mizgevta El Nûrî ya li rojavayê Mûsilê, were daliqandin.
Çavkaniyên iraqî ji şerrê giran ên hêvên vî welatî yên wek polîs û hêzên şerrê dijî terorîsmê bi DAIŞ`ê re li kolan û kûçeyên kevn ên Mûsilê, agahî didin. Tevî wiya ku pêşveçûn, hêdî û bi ihtiyat pêk tên lê qenasên iraqî, kûçeyên Mûsila kevn, tijî meytên endamên DAIŞ`ê kirine.
Hêzên iraqî gihîştine nêzîkî Mizgevta El Nûrî lê jiber ku ev mizgevta bi tamî ji hêla DAIŞ`ê ve tijî bombe bûye, hêzên iraqî bi ihtiyat nêzî vê mizgevtê dibin.
Hêzên ewlehiya iraqê ji kavilkirina mizgevteka dîrokî li bajarê Mûsilê ji aliyê koma terorîst a DAIŞ`ê agahî dane.
Mizgevta Camê Nûrî, yek ji mizgevtên kevn ên bajarê Mûsilê û cihê ragihandina pêkhatina qaşo xelafeta îslamî ji aliyê Ebûbekr El Bexdadî, serkirdeyê koma terorîsta DAIŞ`ê di sala 2014`an da ye.
Li gorî nûçeyeka din, balafirên cengî yên iraqî, pêgehên DAIŞ`ê li başûrê rojavayê Kerkûk û Tileferê li parêzgeha neynewayê, bi giranî dan ber bombeyan.
Ev çavkanî ragihandin: Di encama êrişa ser El Hewîcê li başûrê rojavayê Kerkûkê de, kargeha bibombekirina trombîlan û alav û çekên DAIŞ`ê hatin teqandin û sê pisporên di warê geşkirina mûşekên DAIŞ`ê li taxa El Ebasî ya li El Hewîcê, hatin kuştinê.
Çavkaniyê iraqî herwiha ragihandin: Herwiha du trombîlên bombekirî û alavên DAIŞ`ê li taxa El Muhelebiye li Tileferê teqiyan. Di encama vê êrişê de pêgeha ser navê Gordana El Hafatê, bi tamî teqiya û 12 terorîst hatin kuştinê. Di encama êrişa hewayî ya ser Tileferê de, herwiha gelek çek û alavên teqandinê yên DAIŞ`ê, hatin rûxandin.
Li gorî nûçeyeka din, UNICEF`ê, ji kuştina zarokên Mûsilê bi destê DAIŞ`ê agahî dan.
UNICEF`ê ragihand: Endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, li Mûsilê zarokan dikujin ta ku îznê nedin sivîl ji vî bajarî birevin. Eva li halekê ye ku hêzên iraqî jibo istandina pêgeha dawîn a DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hewl didin.
UNICEF`ê îro ragihand: Hin belge hene ku nîşan didin endamên DAIŞ`ê zarokên van malbatên ku hewl didin ji navçeyên di destê wan de birevin, dikujin.
UNICEF`ê ragihand: 1075 zarok hatin kuştinê û 1130 zarokên din ji dema destpêbûna livûtevgerên DAIŞ`ê di sala 2014`an de, birîndar bûne.