Heşda Şebî operasiyoneke berfire li bakûra rojhilata parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê da despêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264612-heşda_Şebî_operasiyoneke_berfire_li_bakûra_rojhilata_parêzgeha_diyaleyê_ya_iraqê_da_despêkirin
Erkantiya propagandeyên şêr diyar kir ku fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Heşda Şebî vê sibehê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyaleyê operasiyoneke mezin li dij komên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê daye despêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2017 10:35 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî operasiyoneke berfire li bakûra rojhilata parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê da despêkirin

Erkantiya propagandeyên şêr diyar kir ku fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Heşda Şebî vê sibehê li bakûra rojhilata parêzgeha Diyaleyê operasiyoneke mezin li dij komên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê daye despêkirin.

Li gor rapora IRNA, fermandetiya Heşda Şebî li daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hêzên vê rêxistinê li devera Neftxanê, li 90 kîlo metriya bakûra rojhilata parêzgeha Diyaleyê, operasiyoneke mezin li dij komên ser bi grûpa terorîstî ya  DAIŞ`ê daye despêkirin.

Li vê operasiyonê de helîkopterên artêşa Iraqê jî piştgiriya hêzên Heşda Şebî dikin.

Li daxuyaniya hanê hatiye diyarkirin ku hedefa vê operasiyonê jinavbirina hêzên veşartî yên DAIŞ`ê li navçê û dabînkirina ewlehiya wê devera stratejîk e.

Hêzên Heşda Şebî li çend mehên bihûrî çend operasiyon li deverên curbicur ên parêzgeha Diyaleyê pêk anîn bona paqijkirina vê parêzgehê ji mirov û hêzên veşartî yên DAIŞ`ê.