Rewşa xembar a zarokên iraqî li Mûsilê
Rêxistinên navneteweyî texmîn dikin zêde ji 100 hezar kesên sivîl ku nîva wan zarok in li beşa kevnar a Mûsilê û di rewşeke bitalûke û diltezîn de derbas dikin.
Rêxistina NY raghandiye ku zêde ji 5 milyon zarokên iraqî hevcedarê alîkariyên lezgîn ên mirovdostane ne.
Li gorî rapora roja pênşemiyê ya kanala Al-Alamê, sindûqa zarokan a NY (UNICEF) li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku tirsa ji DAIŞ`ê ketiye dilê zarokên seranserê Iraqê û ragihand ku siya kuştin û revandinê xwe avêtiye ser wan zarokan û ew ketine ber şerekî herî zalimane li dîroka hevçerx.
Li gorî raghndina UNICEF`ê, zarok li Mûsilê piranî ji aliyê DAIŞê ve dikevin ber êrişê û tên kuştin da ku malbat tenbîh û terbiyet bibin û nerevin.
UNICEF`ê raghandiye ku ji sala 2014an û hevgavê berfirehbûna nifûza DAIŞê li Iraqê, zêde ji 1000 zarokan canê xwe ji dest dane û zêde ji hezar û 100 zarok birîndar an nivîşkan bûne. Her wiha zêde ji 4 hezar û 650 zarok ji malbatên xwe hatine cidakirin.