DAIŞ`ê, mizgevta El-Nûriyê tev 60 malbatên iraqî teqand
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li cinayeta xwe ya herî nû li Mûsilê, mizgevta El-Nûriyê û guldesteya 800 salîya ya El-Hedbayê ya vê mizgevtê teqand.
Li gorî rapora Al-Alamê, ev teqîna wextekê qewimî ku hêzên iraqî gihêştibûne 50 metriya mizgevta dîrokî ya El-Nûriyê.
Çavkaniyên agehdar li Mûsilê ragihandin ku DAIŞê beriya teqandina mizgevta El-Nûriyê û minareya El-Hedbayê, 60 malbatên mûsilî ku dixwestin ji vî bajarî derkevin girtibûn û biribûn nav mizgevtê. Li gorî vê raporê, hemî endamên van 60 malbatên iraqî li encama vê teqînê hatine kuştin.
Piştî nêzîkbûna hêzên iraqî li meqerên DAIŞê li Mûsilê, endamên vê grûpa terorîstî dest bi teqandina nexweşxane, mizgevt û teşkîlatên din li bajarê Mûsilê dikin.
Guldesteya Hedbayê tenê guldesteya xar li Iraqê û yek ji sembolên sereke yên bajarê Mûsilê bû.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sibeya pênşemiyê piştî vê cinayeta DAIŞ`ê got : Teqandina minareya Hedbayê û mizgevta came ya El-Nûriyê, rnîşana şikesta vê grûpa terorîstî ye.
Serokê parlemana Iraqê jî destnîşan kir: Teqandina mzigevta Came ya El-Nûriyê, nîşana hizra terorîstî, nexweş û tolhildanê ya DAIŞê ye.
Selîm Cibûrî her wiha got :Cinayetê grûpa terorîstî ya DAIŞê ji hemî sînoran derbas bûye û nayê bawerkirin.
Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê grûpa terorîstî ya DAIŞê li Hezîrana 2014an xelafeta xwekivşkirî ya xwe li mizgevta El-Nûriyê raghandibû.