Larîcanî: Parçekirina Iraqê, xwesteka Rejîma Siyonîst e
Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, li hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê re li ser yekperçetiya Iraqê pêgîrî kir û parçekirina vî welatî, xwesteka Rejîma Siyonîst da zanîn.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Meclisê, Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, roja çarşemiyê, li hevdîtina bi Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, li Têhranê got: Piştgirên terorîstên DAIŞ`ê, di çarçoveya berjewendiyên Rejîma Siyonîst, dil hene Iraqê ku welatekî demokratîk û bibandor a li navçê ye, tûşî mijar û meselên navxweyî bike ta ku ev welata nekaribe çalakiyên dervesînorî hebin.
Larîcanî bal kişande ser helwêstên hevpar ên Têhran û Bexdayê û herwiha got: Şerrê dijî parçekirina Iraqê, pirr girîng e û Îran vê mijarê jibo hemî welatan bixeter dizane û welatên ku pişta wê yekê digirin, rojekê wê ev pirsgirêka pêsîra wan bixwe bigire.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya îranê, herwiha bal kişande ser êrişa mûşekî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ser pêgehên terorîstan li Sûriyê û destnîşan kir: Mûşekên ku ji Îranê jibo pêgehên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, hatine avêtin, hilgirê vê peyamê bûn ku Îran derbasî qonaxeka nû ya li şerrê dijî terorîsmê bûye.
Heyder El Ebadî, jî li vê hevdîtinê, bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên qahêm ên di navbera Têhran û bexdayê de, qet lawaz nabin û got: Hevgirtina di navbera welatan, bona jinavbirina DAIŞ`ê, karekî pêwîst e lê hin nakokiyên ku li welatên navçê hene, pêşiya jinavçûna DAIŞ`ê û pêkhatina aramî û ewlehiya li navçê digirin.
El Ebadî bal kişand ser alûgorên li Sûriyê û destnîşan kir: Qeyrana Sûriyê, hinekî aloz bûye ji ber ku welatên curbicur ên wek Urdin, Tirkiye, Amerîka û welatên dorhêla Kendava Farsê, her yek bi dû berjewendiyên xwe yên li Sûriyê ne.
Serokwezîrê Iraqê, roja sêşemiyê, bi armanca şêwirîna bi berpirsên payebilind ên Îranê, derbasî Têhranê bû.