Hêzên iraqî gihîştine 150 metriya mizgevta Camê ya El Nûrî ya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264528-hêzên_iraqî_gihîştine_150_metriya_mizgevta_camê_ya_el_nûrî_ya_mûsilê
Polîsê navendî yê Iraqê ragihand, hêzên iraqî, koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê têk birin û niha jî xwe gîhandin 150 metriya mizgevta El Nûrî, cihê ku serkirdeyê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî lê xelafeta xwe diyar kir .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2017 13:05 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî gihîştine 150 metriya mizgevta Camê ya El Nûrî ya Mûsilê

Polîsê navendî yê Iraqê ragihand, hêzên iraqî, koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê têk birin û niha jî xwe gîhandin 150 metriya mizgevta El Nûrî, cihê ku serkirdeyê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî lê xelafeta xwe diyar kir .

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Komara îslamî (IRNA), sertîp Hafiz Helîs El Tamî, fermandeyê leşkera pêncan a polîsê navendî yê Iraqê li pişka rojavayî ya Mûsilê, got: Hêzên iraqî, navçeya Bab El Tewb, dagîr kirin û ketine navçeya Bab El Beyzê li rojavayê mûsilê.

Li gorî vê raporê, endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, her wekî berê, pişka kevn a bajarê Mûsilê, jibo weşartina xwe bi kar tînin û hejmareka xelkê sivîl li van navçeyan dîl girtine.

Hêzên iraqî, duh sêşemiyê, karîn pişka başûrî ya navçeya El Şifayê, ji bin lepên DAIŞ`ê azad bikin.

Hêzên iraqî operasyona azadkirina pişka rojavayî ya Mûsilê, ji 19`ê Sibata 2017`an ve dest pê kirin û ev operasyona hîn berdewam e û rojên xwe yên dawiyê derbas dike.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, hêzên Heşda Şebî ya Iraqê, jibo parastina ewlehiya navçeyên azadbûyî ji bin lepên DAIŞ`ê, li parêzgeha El Enbarê li rojavayê Iraqê, xendeq û çeper ava kirin.