Hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedînê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264524-hejmarek_ji_terorîstên_daiŞ_ê_li_parêzgeha_selahedînê_hatin_kuştinê
Di encama operasyona hêzên ewlehiya Iraqê nêzî bajarê nifttêde ya Bêciyê li bakûra vî welatî de, herîkêm 12 endamên koma terorîst a DAIŞ`ê hatin kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2017 12:15 Asia/Tehran
  • Hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedînê hatin kuştinê

Di encama operasyona hêzên ewlehiya Iraqê nêzî bajarê nifttêde ya Bêciyê li bakûra vî welatî de, herîkêm 12 endamên koma terorîst a DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB News`ê, Ehmed Ebdulah El Cibûrî, parêzgarê parêzgeha Selahedînê li bakûrê Iraqê, got: Hêzên ewlehiya Iraqê li vê operasyonê, êriş birin ser gundê El Selamê li 15 kîlometriya rojavayê bajarê Bêciyê û pêgeh û bargehên terorîstan têk birin.

Li gorî gotina El Cibûrî, terorîst bi ketina nava bajarên parêzgeha Selahedînê, dil hebûn dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan, êrişên terorîstî cih bînin.

Ebdulah El Cibûrî, berî niha, libara zêdebûna êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeyên rojhilatî yên parêzgeha Selahedînê hişyarî dabûn.

Di eynî demê de, Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê Iraqê got: Hêzên iraqî, niha hin endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li pişka kevn a bajarê Mûsilê dorpêç kirine. Şakir Cewdet herwiha got: Endamên DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê, jin û zarokan wekî sebebkarên teqandinê bi kar tînin.

Artêşa iraqê jî li daxuyaniyekê ragihand, hêzên ewlehiyê li halê pêşveçûna ber bi mizgevta Camê ya El Nûrî li pişka kevn a Mûsilê ne. Ebûbekr El Bexdadî, di sala 2014`an de, ji mizgevta Camê El Nûrî ve, xelafeta xwe ya xwebinavkirî ragihand.