Azadkirina çend navçan ji aliyê hêzên iraqî li rojava Mûsilê
Fermandehiya operasyona Qadimûn Ya Newnewayê li bara serdetsiya hêzên iraqî ser başûrê taxa El-Şifayê, dayira tendrustiya Neynewayê, klîseya Maryayê û kela dîrokî ya Baştabyayê li rojava Mûsilê agahî eda.
Li gorî rapora Fars News`ê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona Qadimûn Ya Neynewayê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên iraqî roja sêşemiyê beşa başûrî ya taxa El-Şefayê ji lepên DAIŞ`ê azad kirine û kontrola kela dîrokî ya Baştabyayê, zîndana El-Îhdasê, dayira tendrustiya Neynewayê, klîseya Maryayê û pireya pêncan li rojava Mûsilê bi dest xistin.
Nayif Şêmrî cîgirê serokê komîsyona berevaniyê û ewlehiyê ya parlemana Iraqê jî ragihand ku yekînên serwîsa rawestana li ber terorîzmê ya Iraqê karîn ku sê bajarokên El-Sae, El-Muşahide û Xezrecê li navça Mûsila Qedîm ji DAIŞ`ê bistînin û hejmarek ji malbatên dorpêçbûyî ji aliyê DAIŞ`ê va, azad bikin.
Hêzên iraqî Operasyona azadkirina beşa rojava Mûsilê ji 19`ê Sibata 2017`an destpê kirine û ev operasyon hema wisa didome û rojên xwe yên dawiyê derbas dike.