DAIŞ`ê 30 sivîl li Hewîca Iraqê kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264338-daiŞ_ê_30_sivîl_li_hewîca_iraqê_kuştin
Têrorîstên DAIŞ`ê li dewama zincîrecînayetên xwe dijî gelê Iraqê, 30 sivîl li bajarê Hewîcê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2017 12:40 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 30 sivîl li Hewîca Iraqê kuştin

Têrorîstên DAIŞ`ê li dewama zincîrecînayetên xwe dijî gelê Iraqê, 30 sivîl li bajarê Hewîcê kuştin.

Li gorî rapora kanala Someriye News`ê, pirranîya kesên hanê ku bi destê têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştinê, jin û zarok in.

Enwer Asî yek ji serokeşîrên Ubêydê got ku têrorîstên DAIŞ`ê ji sala 2014`an va heta niha, nêzî hezar kesî li deverên başûr û rojavaya Kerkûkê kuştine.

Li gorî nûçeyeke din, rojnama Al Quds Al Arabi, hêzên taybet ên amerîkî xwe gîhandin derbasgeha sînorî ya Tenefê li sînorê Sûrîye û Iraqê û li wir bicih bûn.

Li gorî vê raporê, piştî serdestîya hêzên sînorî yên Iraqê li derbasgeha Welîdê û hin deverên sînorî yên Sûrîye û Iraqê, hêzên taybt ên amerîkî xwe gîhandin wir.

Hêzên hevalbendîya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê li du baregehên Hebanîye li rojhilata Enbarê û Esed li rojavaya parêzgeha Enbarê bicih bûne.