Seredana serokwezîrê Iraqê ya herêmê destpê dibe
Seredana welatên navçê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro ji seredana Erebistanê destpê dibe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê piştî Erebistanê yê bera xwe bide Têhranê û piştî rojeke mayîna li Îranê ku diqewime roja sêşema vê hefteyê be, yê here Kuweytê.
Ebadî duh berî despêbûna seredana wî ya welatên herêmê bi Selîm Cebûrî serokê parlimana Iraqê re hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara dosîyên ku Ebadî dil heye li seredana sê welatên herêmê hilkolîne, gotûbêj kirin.
Serokwezîr û serokê parlemana Iraqê di vê hevdîtinê da ragihandin ku Bexda piştgirîyê dide her cure gotûbêja ku alîkarîyê bide çareserkirina pirsgirêkên navçê û yan lihevnêzîkbûna nêrîn û fikirên alîyên curbicur.
Ebadî ku li gorî ragihandina alîyê erebistanî biryar bû çarşema buhurî here Rîyazê, bi hegerên ku nehatin îlankirinê, ev seredana paşda xist.