Plana Iraqê jibo vegeriyana hin dijberan bo meydana siaysî ya vî welatî
Serokê parlemana Iraqê behsa planekê kir ku li gor wê hejmarek ji çalk û kesayetiyên dijber ên iraqî bên vegerandinê nav pêvajoya siaysî ya Iraqê.
Li gorî rapora IRNAyê, Selîm Cebûrî îro duşemiyê li gotûbêja bi ajnasa El-Melûmê ya Iraqê re got: Di pêşeroja nêzîk de ev plana dikev rojevê û bi vegeriyana van dijberan û destpêkirina xebtaên siaysî yên wan li gor nizama serdest û li gor çarçêveya qanûna bingehîn a Iraqê, dê pêşiya her cure mudaxila biyanî li karûbarên navxweyî yên welêt were girtinê.
Serokê parlemana Iraqê got: Vegeriana dijberan bo pêvajoya siysî ya Iraqê, dê pêşiya behrewergirtin û girêdayîbûna wan bo hin qawetên navçeyî û navneteweyî bigre ku hewl didin wan weke amûrê zexta ser dewleta Iraqê bi kar bînin.
Selîm Cebûrî li bara navê kesên ku biryar e vegerin nav pêvajoya siaysî ya Iraqê, şiroveyek neda.
Tê gotin her yek ji van kesana ji aliyê hin weletan, îstifada siaysî ji wan tê kirin û dixwezin ku siaysetên van welatana li Iraqê cih bînin.
Teşkîlata dadweriyê ya Iraqê heta ji polîsê navneteweyî xwestiye ku van kesana li her derê dinyayê binçav bikin û radestî Iraqê bikin.