Plana Iraqê jibo vegeriyana hin dijberan bo meydana siaysî ya vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264318-plana_iraqê_jibo_vegeriyana_hin_dijberan_bo_meydana_siaysî_ya_vî_welatî
Serokê parlemana Iraqê behsa planekê kir ku li gor wê hejmarek ji çalk û kesayetiyên dijber ên iraqî bên vegerandinê nav pêvajoya siaysî ya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2017 11:56 Asia/Tehran
  • Plana  Iraqê jibo vegeriyana hin  dijberan bo meydana  siaysî ya vî welatî

Serokê parlemana Iraqê behsa planekê kir ku li gor wê hejmarek ji çalk û kesayetiyên dijber ên iraqî bên vegerandinê nav pêvajoya siaysî ya Iraqê.

 Li gorî rapora IRNAyê, Selîm Cebûrî îro duşemiyê li gotûbêja bi ajnasa El-Melûmê ya Iraqê re got: Di pêşeroja nêzîk de ev plana  dikev rojevê û bi vegeriyana  van dijberan û destpêkirina  xebtaên siaysî yên wan  li gor  nizama serdest û li gor çarçêveya qanûna  bingehîn a Iraqê, dê pêşiya her cure mudaxila biyanî li karûbarên  navxweyî yên welêt were girtinê.

 Serokê parlemana  Iraqê got: Vegeriana dijberan bo pêvajoya siysî ya Iraqê, dê pêşiya behrewergirtin û  girêdayîbûna  wan  bo hin qawetên  navçeyî û navneteweyî bigre ku hewl didin wan  weke  amûrê zexta ser dewleta  Iraqê bi kar bînin.

Selîm Cebûrî li bara navê kesên ku biryar e vegerin nav  pêvajoya siaysî ya Iraqê, şiroveyek neda.

 Tê gotin her yek ji van kesana ji aliyê hin weletan, îstifada siaysî ji wan tê kirin û dixwezin ku siaysetên  van welatana  li Iraqê cih bînin.

 Teşkîlata dadweriyê ya  Iraqê heta ji polîsê navneteweyî xwestiye ku  van kesana  li her derê dinyayê binçav bikin û radestî Iraqê bikin.