Neyarîya Iraqê li hemberî bikaranîna axa vî welatî jibo êrişa ser cînaran
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ev welata ti wexta rê nade ku axa wî jibo êrişa ser welatên cînar were bikaranînê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li hevdîtina ligel nûçegihahan û şirokirên sîyasî bal kişand ser helwesta misoger a Bexdayê ya ti wexta rê nade axa vî welatî jibo êrişa ser cînaran were bikaranînê û got: Iraq nabe bibe devera gêre û kînê.
Ebadî pêkutî kir ku dewletê planên berfire jibo jinûveavakirinê û pêkanîna ewlehîyê li seranserî Iraqê heye û got: Serketina gel û azadkirina axa vî welatî rûpeleke nû ser Iraq xurt û pêşketî da vedike.
Serokwezîrê Iraqê ji sîyasetvanên vî welatî xwes ku desta ji gêreya sîyasî bikêşin ji ber k uew ser xêra dijminan e.
Wî li dawîyê got: Bexda ji danûna peywendîyên nû ligel cînarên ku anegorî hevdufemkirinê ne li gorî kînê pêngavan hildidin, pêşwazîyê dike.