Bernameya YE`yê jibo Iraqa piştî DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i264158-bernameya_ye_yê_jibo_iraqa_piştî_daiŞ_ê
Yekîtiya Ewrûpayê, piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, bi dû pêkanîna komekê jibo raberkirina şêwirînan bo polîs û dadweriya li vî welatî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 17, 2017 13:04 Asia/Tehran
  • Bernameya YE`yê jibo Iraqa piştî DAIŞ`ê

Yekîtiya Ewrûpayê, piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, bi dû pêkanîna komekê jibo raberkirina şêwirînan bo polîs û dadweriya li vî welatî ye.

Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, nêzî salekê beriya niha ji YE`yê, jibo raberkirina şêwirînê bo pişka ewlehî û dadwerî ya vî welatî, alîkarî xwestibû.

Li gorî rapora roja şemiyê ya AL ALAM`ê, li reşnivîsa daxuyaniya civîna wezîrên karên derve ya YE`yê li Lûkzambûrgê hatiye, li bersiva xwesteka rayedarên Iraqê, Yekîtiya Ewrûpayê, li halê lêkolîna bicihkirina tîmekê bi armanca raberkirina şêwirînan jibo polîs û dadweriya Iraqê û alîkariya jibo çaksaziya pişka ewlehî û dadweriya li vî welatî ye.

Rayedarekî dîplomatîk li Parliamana Ewrûpayê, jî bal kişand ser hevhatina endamên 28 welatên YE`yê li bara raberkirina şêwirînan jibo polîs û dadweriya Iraqê û ragihand, cihanîna kiryarên taybet jibo çaksaziya pişka ewlehiya Iraqê bi armanca xurtkirina pêvajoya şerrê dijî terorîsmê û raberkirina şêwirînên stratêjîk bo sîstima dadweriya li vî welatî pêwîst e.

Yekîtiya Ewrûpayê di navbera salên 2005 û 2013`an de, jibo perwerdekirina dadwerên iraqî, memûriyeteka sivîl a ku ji nêzî 60 karzanan, pêk hatibû, berçav girt û niha encama vê memûriyeta bigengeşe, hatiye ragihandin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an de, bi piştgîriyên pereyî û leşkerî yên Amerîkayê û hevgirtiyên wê yên rojavayî û erebî ji wan Erebistanê, bi êrişa ser Iraqê, hin pişkên bakûr û rojavayê vî welatî dagîr kir. Niha DAIŞ li Iraqê ber bi têkçûnê ye.