NY li bara rewşa mafên mirovan
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara îstfadeya DAIŞ`ê ji xelkê sivîl ê Mûsilê wek mertala însanî hişyarî da.
Li gor rapora IRNA, nûnerê Ajansa Penaberan a YN li Iraqê de Bruno Geddo îro li Cenevrayê ragihand ku grûpa terorîstî ya DIAŞ`ê hezaran kes ji xelkê sivîl yên bajarê Mûsilê ji xwe re kiriye mertala însanî.
Vî rayedarê NY herwiha got: DAIŞ xelkê sivîl ji deverên ku têda şer û pevçûn heye bi xwe re dikişîne nav deverên din ên Mûsilê û xwe li paş wan vedişêre.
Wî herwiha got ji ber ku ti melzumateke jiyan li deverên bin destê DAIŞ`ê nemaye xelkê van deveran roj û demên dijwar û diltezîn derbas dikin.
Operasiyona azadkirina rojavayê Mûsilê ji nîveka Sibatê despê bû û heya niha artêş û hêzên iraqî gelek deverên Mûsilê azadkirin û tê gotin ku bi tenê sedî yek ji bajarê Mûsilê li destê DAIŞ`ê maye.
General Ebdulemîr Reşîd Yarellah fermandarê Operasiyona Azadkirina Mûsilê duh got ku artêşa Iraqê çar gundên din jî li rojavayê Mûsilê azad kirin.