Serokê parlimana Iraqê çû Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263960-serokê_parlimana_iraqê_çû_tirkiyê
Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê îro anku pêncşemiyê bi mebesta gotûbêja li ser berfirekirina peywendiyên duyalî di navebra Bexda û Enqerê û hilkolandina guhertinên navçeyê berê xwe da Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2017 11:43 Asia/Tehran
  • Serokê parlimana Iraqê çû Tirkiyê

Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê îro anku pêncşemiyê bi mebesta gotûbêja li ser berfirekirina peywendiyên duyalî di navebra Bexda û Enqerê û hilkolandina guhertinên navçeyê berê xwe da Tirkiyê.

Li gorî salixdana Al Someria`yê, nivîsgeha El Cibûrî ragihand: Biryar e ew li vê seferê digel rayedarên Tirkiyê li bara guhertinên navçeyê û rêyên berfirekirina peywendiyên duyalî di navbera du welatan da gotûbêjê bike.

Peywendiyên Iraq û Tirkiyê ji ber hin kiryarên Enqerê di salên dawî da gellek hevraz û nişêv hebûne û rayedarên iraqî bi caran ragiahndine ku Tirkiye destê xwe li karên navxweyî yên Iraqê werdide.