Ebadî: Piştî têkbirina DAIŞ`ê dê avedankirina Iraqê destpê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263690-ebadî_piştî_têkbirina_daiŞ_ê_dê_avedankirina_iraqê_destpê_bibe
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi hejmarek ji fermandên eskerî yên vî welatî re got: Piştî têkbirina tam a terorîstên DAIŞê pêvajoya avedankirinê destpê dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2017 12:10 Asia/Tehran
  • Ebadî: Piştî têkbirina  DAIŞ`ê dê avedankirina  Iraqê destpê bibe

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi hejmarek ji fermandên eskerî yên vî welatî re got: Piştî têkbirina tam a terorîstên DAIŞê pêvajoya avedankirinê destpê dibe.

 Li gorî rapora Someriye Newsê, Ebadî destnîşan kir: Tu yek ji rêberên cîhanê li bendê nebûn ku    hêzên iraqî wisa lezgîn destkevtên  binirx li şerê li hember terorîzmê bi dest bixin.

 Heyder Ebadî her wiha got: Xewn û xeyala  DAIŞê jibo serdestiya ser Iraqê dawî bû û bêguman ragihandina  serketina  dawiyê ser vê grûpê li parêzgeha Neynewayê nêzîk e û tenê anvçeyeke biçûk ji perava  rojava  Mûsilê di destê terorîstan de maye.

 Serokwezîrê Iraqê got: Dewletê her wiha  li bara piştgiriya ji  welatiyan û şopandin û cizakirina  sebebkarên  cinayetên plankirî û rewandina mirovan micid e.