Li parêzgeha Nêynewaya Iraqê 5 gund hatin azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i263688-li_parêzgeha_nêynewaya_iraqê_5_gund_hatin_azadkirin
Hêzên artêşa Iraqê îro nîvro karîn ku 5 gundan li rojhilata bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2017 11:58 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Nêynewaya Iraqê 5 gund hatin azadkirin

Hêzên artêşa Iraqê îro nîvro karîn ku 5 gundan li rojhilata bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî salixdana Fars News`ê, serleşker Ebdul Emîr Reşîd Yarellah femandarê opêrasiyona azadkirina Mûsilê bi daxûyaniyekê ragiahnd ku hêzên leşkera panzdehem a atêşa Iraqê îro nîvrojê karîn pênc gundan li navçeya El Mehlebiyê li rojavaya bajarê Mûsilê azad bikin.

Li gorî vê daxûyaniyê, gundên Şêx Qere Sufla, Tîşe El Etşane, El Şuheda, El Ezîz û El Mewaliyê ku tirkmen li wan rûdinin, ketine destê hêzên iraqî.

Li vê opêrasiyonê hêza hewayî ya Iraqê jî baregeh û ambara çekan a têrorîstên DAIŞ`ê bombaran kir.

Hêzên iraqî piştî azadkirina vê navçeyê, li halê pûçkiirn amayînên danandî li ser riyan û nav avahiyan in.